Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê soza çareserkirina problemên li herêmên Kurdistanî da
Hat ragihandin Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê soza çareserkirina problemên li herêmên Kurdistanî da.
Li gorî xebera K24 Alîkarê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Haddad û Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Osman Ganîmî ji bo çareserkirina problema destdanîna li ser axên Kurdan ên li herêmên Kurdistanî hatin ba hev û hevdîtinek krin.
Piştî hevdîtina ku hat kirin Haddad destnîşan kir, Ganîmî soz daye ku ew ê problema cotkarên Kurd di çarçoveya qanûnan de bê çareserkirin û ew kesên ku li dijî qanûnan hereket bikin dê bên cezakirin.(ÎLKHA)