Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 35 hezar û 738 kesî
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îtalyayê ve geşedanên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re hatin belavkirin.
Li gorî daneyên ku ji teref Wezaretê ve hatine belavkirin; di 24 seatên dawî de hezar û 392 kesê din bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 300 hezar û 897 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di rojekê de 14 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 35 hezar û 738 kesî.(ÎLKHA)