Li Stenbolê di avahîyeke 5 qet de şewat derket
Li Stenbolê di avahîyeke 5 qetî ya li ser Kolana Bulbuldereya Eyupsultanê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat di wextên şeveqê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn derket. Ji ber îxbara ku hat kirin îtfaîyevan di demeke kurt de hatin cihê bûyerê û midaxeleyî agir kirin.
Di encama midaxeleya ku hat kirin de welatîyên ku di avahîyê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)