Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 23 milyon û 402 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 23 milyon û 402 hezar û 108 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 346 hezar û 110 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 975 hezar û 541 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 31 milyon û 787 hezar û 504 kesan.(ÎLKHA)