Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 23 milyon û 119 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 23 milyon û 119 hezar û 419 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 299 hezar û 525 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 969 hezar û 362 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 31 milyon û 490 hezar û 311 kesan.(ÎLKHA)