Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 31 milyon û 243 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 31 milyon û 243 hezar û 24 kes bi vîrusê ketin û 965 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 4 hezar û 768 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)