Li Fransayê di 24 seatên dawî de 13 hezar û 215 kes bi vîrusê ketin
Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 13 hezar û 215 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan 428 hezar û 696 kes bi Coronavîrusê ketin.
Tê diyarkirin di 24 seatên dawî de 123 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 31 hezar û 249 kes.(ÎLKHA)