Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 22 milyon û 46 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 22 milyon û 46 hezar û 404 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 155 hezar û 39 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 950 hezar û 629 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 30 milyon û 357 hezar û 146 kesan.(ÎLKHA)