• DOLAR 32.58
  • EURO 35.059
  • ALTIN 2456.48
  • ...
Karwana Hêvîyê ji bi sedan malbatên Sûrîyeyî re alîkarîya cil û bergan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karwana Hêvîyê ya Êlihê Mehmet Alî Işik derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

“Ew ê xebatên alîkarîyê heta 3 rojan berdewam bike”

Işik di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew wek komale xwestin ji kesên Sûrîyeyî re alîkarî bikin û di vê bergehê de xebat dane destpêkirin. Işik dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro ji li vê deêr kom bibin me ji nêzî sed malbatî re peyam hat şandin.Alîkarî îro dest pê kirin û ew ê heta 3 rojan berdewam bike.Malbatên ku dê digel zarokên xwe werin vê derê dê li gorî dilê xwe cil û bergan ji xwe bistînin.”

“Bila xêrxwaz ji kesên muxtac re bibin alîkar”

Işik di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, di pêvajoya Coronavîrusê de hejmara kesên feqîr zêdetir bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bang li xêrxwazan dikin ku ji kesên feqîr û jar re bibin alîkar. Em ji wan dixwazin ku ji vê xêrê mahrûm nemînin.Niha li ba me 13 hezar  malbatên feqîr ên qeydkirî hene. Em li gorî asta wan bi dorê alîkarî ji wan re dikin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir