Li Herêma Kurdistanê 29 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 680 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 29 kesê din ji ber vîrusê mirin ku heta îro di rojekê de ev qas kes nemiribûn. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1446 kesî. (ÎLKHA)