• DOLAR 34.236
  • EURO 37.639
  • ALTIN 2920.514
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 23 hezar û 808 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 176 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 808 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 808an û bi pêketina 2 hezar û 815 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 413 hezar û 149 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 176 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 808 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  413  hezar û  149  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir