• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Iraqê gotûbêj kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ronahî xiste ser sardana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Herêma Kurdistanê û amaje bi wê yekê da ku vê serdanê weke pêgaveke erênî dibînin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, li ser binemaya destûrê û hêvîdar in bi kirdarî guftûgoyan bigihînin encaman û di berjewendiya her du aliyan de be.

Got jî, pirsgirêk ne tenê mûçe û destkeftên darayî yên Herêmê ji budceyê ne, belkû ji bilî pirsgirêkên girêdayî bi budce û petrolê, asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û maf û destkeftên destûrî yên din yên Herêmê û Pêşmerge, çend tewerên din ên nakokiyên ligel hikûmeta federalî ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku tevî qeyranan, rewşa xizmetguzariyê li Herêma Kurdistanê ji deverên din ên Iraqê baştir e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemû kes û aliyan zêdetir dixwaze jiyan û debara welatiyên Herêma Kurdistanê baştir bike û divê xelkên din weke firyadres neyê wênekirin.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kurteyeke encamên dawî sardana şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexayê û pêvajoya birêveçûna danûstandinên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî yên derbarê budce û enerjiyê pêşkêş kir. Amaje bi wê jî da ku guftûgo bi wê arasteyê ve berdewam in ku rêkeftineke demdirêj jê berhem bide.

Piştre, Wezîrê Herêmê yê Karûbarê Danûstandinan û Serokê Dîwanê û Sekreterê Encûmena Wezîran, kurteya projeyasaya budceya Iraq Federalî bo sala 2020an pêşkêş kirin, ku di roja 14ê Îlona 2020an li Encûmena Wezîran a Iraqê hat pesendkirin û bo Encûmena Nûneran hat şandin. Herwiha ronahî jî xistin ser ew made û birgeyên ku pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve hene.

Di dawiya civînê de, guftûgo derbarê binemayên stratejiya giştî ya budceya federalî ya Iraqê bo salên 2021 heta 2023an hate kirin ku komîteyeke bilind bo wê hat pêkanîn û Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar e. Di vê tewerê de, Wezîrê Plandananê ronîkirinên pêwîst pêşkêş kirin û Encûmena Wezîran jî, wezaret raspardin ku hevahengiyê ligel her du wezaretên Darayî û Aborî û Plandananê ji bo wê mebestê bikin, ta Herêma Kurdistanê beşdariyeke wê ya aktîv di dariştina stratejiya budceya federalî de hebe, bi arasteya dabînkirina maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir