Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 21 milyon û 808 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 21 milyon û 808 hezar û 409 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 19 hezar û 158 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 945 hezar û 164 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 30 milyon û 42 hezar û 299 kesan.(ÎLKHA)