Li Edenê 125 kesên ku dihatin lêgerîn hatin girtin
Hat ragihandin di nav heftîyeke dawî de li Edenê 125 kesên ku ji sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn hatin girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Bajara Edenê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di nav heftîyeke dawî de di encama operasyonên ku hatin lidarxistin li Edenê 125 kesên ku ji sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn hatin girtin û gelek çek, damençe û tifing hatin bidestxistin.(ÎLKHA)