Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 20 milyon û 586 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 20 milyon û 586 hezar û 147 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 20 milyon û 586 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/OeQveGws04iGPA6Xs3mPQVhtxUs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/37/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-20-milyon-u-586-hezari-870a85be.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 917 hezar û 962 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 919 hezar û 718 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 28 milyon û 659 hezar û 727 kesan.(ÎLKHA)