Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 18 hezar û 263 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 5 hezar Û 363 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Îro jî zêdetirî bi 5 hezar û 363 kesî vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 46 hezar û 370 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 128 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 18 hezar û 263 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)