Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 20 milyon û 344 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 20 milyon û 344 hezar û 383 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 879 hezar û 960 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 913 hezar kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 28 milyon û 329 hezar û 602 kesan.(ÎLKHA)