Rêjeya bêkarîyê derket ji sedî 13,4an
Rêjeya bêkarîyê di meha hezîrana sala 2020an de 0,4 puan zêde bû û derket ji sedî 13,4an.
Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha hezîrana sala 2020î hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha hezîranê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,4 puan zêde bû û derket ji sedî 13,4an.
Rêjeya îstîhdamê kêm bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha hezîranê de li gor heman meha sala borî 1 milyon û 981 hezar kes kêm bû û daket 26 milyon û 531 hezar kesan.(ÎLKHA)