Li Azerbaycanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 37 hezar û 732yan
Li Azerbaycanê bi mirina 3 kesên din hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 555an û hejmara kesên pêketî jî li gorî daneyên dawî derket 37 hezar û 732yan.
Derbarê mijarê de ji teref Baregaha Operasyona Coronavîrusê ya ku girêdayê Lijneya Wezîran a Azerbaycanê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, bi 175 kesên din re jî vîrus hatute tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 37 hezar û 732yan û heta niha 35 hezar û 119 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.(ÎLKHA)