Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 27 milyon û 740 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 27 milyon û 740 hezar û 265 kes bi vîrusê ketin û 901 hezar û 871 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 514 hezar û 231 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)