Ji ber lehîyan li Sudanê 70 hezar mal di bin avê de man
Wezareta Karên Hundir ê Sudanê destnîşan kir, ji ber barana ku zêde barîya li 16 parêzgehên Sudanê lehî rabû.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; ji ber baranên ku ji meha tîrmehê vir ve dibare li 16 bajaran zêdetirî 5 hezar mal bi temametî xera bûn û 70 hezar mal jî di bin avê de man.
Tê diyarkirin ji ber lehîyê asta Çemê Nîlê bilind bûye û bilindbûna çem derketîye nêzî 18 metroyan.
Li gorî agahîyan heta niha 102 kes ji ber lehîyan canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)