• DOLAR 32.709
  • EURO 35.137
  • ALTIN 2451.345
  • ...
SON DAKİKA
Li Îranê di 24 seatên dawî de 132 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 542yan û bi pêketina 2 hezar û 302 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 391 hezar û 112 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 132 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 542 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  391  hezar û  112  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir