Encamên DGSê hatin daxuyandin
Serokê Navenda Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê Prof. Dr. Halis Aygun destnîşan kir ku encamên DGSê hatin daxuyandin.
Îmtîhana ku encamên wê îro hatin daxuyandin di 9ê Tebaxê de hatibû lidarxistin.
Aygun di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir; xwendekarên ku ketibûn îmtîhanê dikarin ji ser malpera sonuc.osym.gov.tr yê li encaman binêrin.(ÎLKHA)