Nêçîrvan Barzanî çû Enqerê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtin û ziyaretinan çû Enqerê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û lijneya pê re ji bo hinek hevdîtin û ziyaretinan çû Enqerê.
Barzanî û lijneya pê re di wextên şeveqê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir.
Li gorî agahîya ku li ser malpera fermî ya Serokomartîya Tirkîyê hatiye belavkirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvro di seat 14.00an de li Kullîyeya Serokomartîyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin bike.(ÎLKHA)