Erdogan û Merkel hevdîtin kirin
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi rêya vîdeo konferansê hevdîtinek kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Ragihandinê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di hevdîtina ku hat kirin de pêwendîyên dualî û nexasim jî geşedanên dawî yên li Behra Spî ya Rojhilat hatin nirxandin.
Çend wezîr û rayedar jî beşdarî hevdîtinê bûn.(ÎLKHA)