Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 18 milyon û 664 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 18 milyon û 664 hezar û 301 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 575 hezar û 96 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 867 hezar û 374 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 26 milyon û 471 hezar û 733 kesan.(ÎLKHA)