Li Şirnexê 3 PKKyî teslîm bûn
Wezareta Karên Hundir destnîşan kir 3 PKKyîyên ku ji rêxistinê revîyan li Şirnexê teslîm bûn.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama xebatên îqnayê yên ku hatin kirin de 3 PKKyîyên ku ji rêxistinê revîyan li Şirnexê teslîmî cendirmeyan bûn.
Ji 1ê Çileya sala 2020an heta niha 144 PKkyî ji rêxistinê revîyan û teslîm bûn.(ÎLKHA)