Li Îranê di mezinahîya 4.8an de erdhej
Li navçeya Ala Mervdeşta girêdayê parêzgeha Farsa Îranê di mezinahîya 4.8an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Sîsmolojîyê ya Zanîngeha Tahranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li navçeya Ala Mervdeşta girêdayê parêzgeha Farsa Îranê derdora 08.06an de di mezinahîya 4.8an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daxuyanîyê erdhej 9 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.(ÎLKHA)