Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 850 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 850 hezar û 600 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 850 hezar û 600 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 25 milyon û 387 hezar û 330 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 187 hezar û 224 kes mirin.(ÎLKHA)