• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Efxanistanê hejmara kesên ku ji ber lehîyê mirin derket 151 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di van çend rojên dawî de ji ber barana ku zêde barîya li 13 bajarên Efxanistanê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 151 kesî û 200 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref  Muhammed        Qasim  Haydarîyê Alîkarê Wezîrê Birêveberîya Afetê yê Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Haydarî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Li herêmên ku lê lehî rabûn xebat berdewam dike. Dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir