Wezîrê Tenduristîyê “Hejmara pêketîyan û yên rewşa wan giran hêj zêde dibe”
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re belav kir.
Wezîr Kova di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di encama 107 hezar û 814 testên ku hatin kirin de bi 1517 kesî re vîrus hat tespîtkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hejmara kesên ku baş bûn ji hezarî zêdetir e. Hejmara pêketîyan û yên rewşa wan giran hêj zêde dibe. Îro 36 kes canê xwe ji dest dan.”(ÎLKHA)