Leşkerê ku berî vê 2 rojan li Agirî birîndar bûbû canê xwe ji dest da
Çawîşê Pispor Çetîn Ak berî vê 2 rojan li Agirîyê di operasyona ku hat lidarxistin de birîndar bûbû.
Akê ku di operasyonê de birîndar bûbû bi helîkopterê hatibû rakirin Nexweşxaneya Lêgerînê ya Zanîngeha Ataturkê. Digel midaxeleyên ku 2 rojan berdewam kirin de Akê ku birîndar bûbû canê xwe ji dest da.(ÎLKHA)