• DOLAR 34.35
  • EURO 37.388
  • ALTIN 3021.535
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 119 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 21 hezar û 20î û bi pêketina 2 hezar û 243 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 365 hezar û 606 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 119 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 21 hezar û 20î kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  365  hezar û  606  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir