• DOLAR 32.867
  • EURO 35.232
  • ALTIN 2445.828
  • ...
Ji zimanê malbata wî Fesîh Guler Xoce-1
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pîroz Gulera ku dîya Fesîh Xoce ye derbarê lawê xwe de destnîşan kir; lawê wê ji zaroktîya xwe de di nava xebat û xizmetên Îslamî de cî girtiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kir. Ji xortanîya xwe vir ve li rasta gelek ezîyetî, zilm û tehdayîyan hat.Lê belê hemd ji Xweda re,  em qet ne poşman in.Ji roja ku ev dawa derketîya holê vir ve em di nav de ne.”

“Li Çinarê kesên ku wî nas nedikirin bi xwe jî ji ber wefata wî mehzûn bûn”

Dayika Pîroz di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir qala wan bûyerên ku di salên 90î de li ber devê mekteban pêk dihatin kir û got: “Ji xwe min ciwanîya lawê xwe jî nedît. 20 salan tevlî micadeleya li ber mekteban bû. Mekteb xwend û xwendina wî 2-3 sal berdewam kirin. Dû re tiştên ku hatin serê lawê min Xweda dizane. Lawê min hat revandin û 3 mehan îşkenceyên gelekî giran lê hat kirin. Lawê min ji min re digot ‘Em xwedî li doza Xweda derdikevin û Ew jî ji me re dibe alîkar.’ Îro li Çinarê kesên ku wî nas nedikirin bi xwe jî ji ber wefata wî mehzûn bûnç Tên mala me û dibêjin ‘Fesîh Xoce ders dida me û nesîhatan li me dikir.’Ev tev nîmetên Xweda ne.Di talîyê de em ê tev bimirin.Naxwe bila mirina me li ser îmanê be.”

“Exlaqê lawê min wek a melekan bû”

Dayika Pîroz di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir exlaqa lawê wê pir xweş bû û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî:” Wallahî, exlaqê lawê min wek a melekan bû. Niha birazîyên Fesîhî dibêjin ‘Belê bavên me jî di nava vê dozê de ne, lê belê  ji ber exlaqa xweşa Xoce û ji ber samîmîyeta wî ya doza Îslam-Qur’anê me dozê nas kir.”

“Tu carî dilê me nedihişt”

Huseyîn Gulerê ku bavê Fesîh Xoca bû qala exlaqê lawê xwe kir û got: “Xweda şahid e ku ew ji zaroktîya xwe heta wefata xwe li ser doza Îslamê bû. Min ti carî exlaqekî wî ya ne Îslamî nedît. Dema ku em diçûn mala wî bi xwe jî ji me re melatî dikir û nesîhatan li me dikir. Ti carî dilê me nehişt. Temamê gotinên wî Îslamî bûn.Ji ber ku wextê wî jî hatibû Xweda wî ji me stand. Emrê Xweda li ser ser û çavên me. Xweda me ji rêya wî veneqetîne.”

“Ew her tim li dijî rêxistin û hereketên xeyrî Îslamî micadele da”

Xalê Huseyîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir; lawê wî her tim ji bo Îslamê dixebitî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema xwendekarîya xwe de her tim li dijî rêxistinên xeyrî Îslamî sekinî û li dijî wan micadele da.Hetta dostekî wî li balê şehîd kirin. Dû re ji doza Îslamê hat girtin û 70 rojî îşkence lê kirin; lê belê wî tiştek ji wan re negot. Înşaallah ew ê ji me re bibe şefaatkar û em ê ji xêrên wî îstîfade bikin. Piştî ku 70 rojî îşkence lê hat kirin 6 sal û nîv di girtîgehê de ma. Dema ku em diçûn ziyareta wî me didît ku tu tengasî û zehmetîyê ji xwe re nake derd û me ji zimanê wî tiştekî ne Îslamî nedibihîst. Xweda jê razî bit.”

Huseyîn Gulerê lawê rehmetî derheqê bavê xwe de destnîşan kir; bavê wî di minasebetên nav malê de, pêwendîyên bi cîranan re de her tim Resûlê Xweda ji xwe re dikir rêber û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min Pêxemberê me ji xwe re kiribû rêber û her tim ji me re tewsîye dikir da ku em sîyerê bixwînin û di her warî de ji xwe re Pêxemberê me mînak bistînin. Bavê min hewl dida di nav malbatê de wek Pêxemberê me hereket bike.Terbîyeke xweş dida derdora xwe. Dema ku xeletîyeke me didît me hişyar dikir û digot ku li gor Îslamê divê ev yek wisa be û tu carî ew ji rastîyê tawîz nedida. Ji me dixwast ku em îbadetên xwe zêde bikin. Di nav malê de nimêjên xwe bi cemaat  û di wextê wê de dikir. Bi qasî ku di mijara nimêjê de hişyarî dabe me di ti warê din de me hişyar nekiriye.Pêxemberê me dibêje ‘Amela bixêrtirîn nimêja ku di wextê wê de tê kirin e.’ Bavê min her tim li gorî vê hedîsê hereket dikir.”

“Ji ber ku nikaribû rojî bigire pir xemgîn dibû”

Huseyîn di berdewama axavtina xwe de qala hesasîyeta nimêja sibê ya bavê xwe kir û got: “Di wextê nimêja sibê de biçûk û mezin hemî kesî şiyar dikir û nimêjê bi cimeat dikir.Ez û birayê min em biçûk bûn; lê me bi xwe jî radikir nimêjê û me teşwîq dikir da ku em nimêjê sunnet jî bikin.Di sala 2011an de amelîyat bû û gurçik neqlî wî kirin. Ji ber vê yekê nikaribû rojî bigire ku vê yekê wî pir xemgîn dikir. Ji wan kesên ku rojî digirt re dibû alîkar da ku xêra wî jî pê bikeve.Digel ku nikaribû rojî bigire bi me re radibû paşîvê û di nava rojê de ji bilî dermanên xwe tiştekî din nedixwar û ne jî vedixwar.Digel ku çûyîna hecê ji bo wî bi rîsk bû jî ew çû hecê û wezîfeya xwe bi cî anî.”

“Me teşwîqî ilmê dikir”

Huseyîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bawê wî gelek zêde tesîr li ser cîranên xwe dihişt û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min di warê Îslamîyetê de gelek zêde hessas bû. Rûken, helîm û selîm bû.Her tim ji dîya min dixwast ku bi cîranên me re eleqedar bibe. Di îdê pêşî îda me pîroz dikir û dû re diçû îda cîranan û dû re jî yên nasên xwe. Cîranên me pir jê hez dikirin û jê re digotin ‘Xoce:’Dema ku me mala xwe guhart dergevanê me jê re got ‘Tu jî ji vê derê herî em ê çi bikin?’ Dergevan wisa xemgînîya xwe anîbû zimên.Bavê min ji derdorê hez dikir û yên derdorê jî jê hez dikirin.Bavê min Fakulteya Zanistên Fen xwedibû, dema ku ket hepsê Ilmên Şer’î jî xwend û îcazeta xwe stand. Her tim me jî teşwîqî ilmê dikir. Piştî ku min pola 8emîn qedand ji bo di oxira dozê de karibim  bixebtim min şand medresê.Dû re digel ku îmkana wî tune bû ji bo ku ez xwe pêşve bibim min şand Misrê û Urdunê.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir