Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 24 milyon û 90 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 24 milyon û 90 hezar û 241 kes bi vîrusê ketin û 824 hezar û 160 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 5 milyon û 956 hezar û 160 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)