Li Bidlîsê 36 koçber hatin girtin
Di encama operasyona ku li navçeya Tatwana Bidlîsê hat lidarxistin de 36 koçber hatin girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Qeymeqamtîya Tatwanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku di 23yê Tebaxê de li navçeya Tatwana Bidlîsê hat lidarxistin de di wesayîtekê de 36 koçber hatin girtin.(ÎLKHA)