Midûrtîya Ewlehîyê ya Stenbolê: DAIŞîyê ku amadehîya çalakîyê dikir hat qefaltin
Midûrtîya Ewlehîyê ya Stenbolê destnîşan kir, di encama operasyona ku hat lidarxistin de DAIŞîyê ku amadehîya çalakîyê dikir hat qefaltin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; DAIŞîyê ku hat qefaltin ji Entabê ji bo çalakîyê hatibû Stenbolê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di encama operasyona ku hat lidarxistin de çekeke lûle dirêj, 5 şarjor û 150 gule hatin bidesxistin.”(ÎLKHA)