• DOLAR 32.787
  • EURO 35.213
  • ALTIN 2443.692
  • ...
Mesrûr Barzanî: Xwepêşandan mafê welatiyan e, lê şewitandina milkên giştî sûc e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya kûr li hember alozî û êrîşkirina ser saziyên hikûmetê û mal û milkên giştî û welatiyan nîşan da, ku duh hin kesan li Helebceyê û li çend deverên din bi navê xwepêşandanê encam dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku pêkanîna xwepêşandanan bi awayekî aştiyane û şaristanî, mafê welatiyan e, lê şewitandin û têkbirina mal û milkên giştî û welatiyan, tawan e û divê rêkarên yasayî li hember encamderan were cîbicîkirin.

Herwiha di peywendiya telefonî de li ser du projeyên giring ên li sînorê parêzgeha Helebceyê gotûbêj hatiye kirin, ku yek ji wan projeya Pira Tuwequt e ku ji aliyê Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ve tê çêkirin, herwiha Devera Pîşesazî ya Xwarinê ku desteya veberhênanê encam dide. Herdu proje jî di qonaxa dawî ya amadekirinê de ne û di demeke nêz de piştî rêkarên îdarî, kevirê bingeha herdu projeyan dê werin danîn.

Rewşa tendirustiya parêzgeha Helebceyê û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa koronayê, aliyekî din ê gotûbêja peywendiya telefonî bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir