Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 23 milyon û 121 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 23 milyon û 121 hezar û 366 kes bi vîrusê ketin û 803 hezar û 223 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 5 milyon û 796 hezar û 727 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)