• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Polêsê ku Mislimanê reşik qetil kir: “Xwedayê te a niha nikare ji te re bibe alîkar"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 4ê Çileya sala 2017an de li bajara Phoenîxa Arîzonayê Mislimanê reşik ê bi navê Muhammed Muhaymîn ji ber ku kuçikê xwe bir destava tesîseke civakî xwedîyê tesîsê ew gilî kir û ji ber vê yekê polês hatin ku wî binçav bikin. Di dema pêvajoya binçavkirinê de xirêcir û gengeşî derket û Mislimanê reşik Muhammed ji teref polêsan ve hat şehîdkirin.

Dîmenên şehîdkirina Muhammed Muhaymîn derketin holê.

Dîmenên ku ji teref parêzerên Muhaymîn ve hatin serwîskirin. Di dîmenên ku hatin belavkirin de tê dîtin di dema binçavkirinê de Muhaymîn li ber xwe dide. Digel ku Muhaymîn bêçek û bêsûc e polês tundîyê lê dikin û wî darb dikin û çoka xwe dideynin li ser stûyê wî û ew bênefes dihêlin.

Di dema binçavkirinê de Mislimanê reşik Muhammed dia dike û dibêje “Ya Rebbê min!Ji min re bibe alîkar.” Ji ber vê yekê polêsên bêwijdan ji Mislimanê reşik re dibêje: “Te got Xweda?Ew niha ji te re bibe alîkar.”

Di berdewama dîmenan de tê dîtin ji ber zilm û zordarîya ku li Muhammed tê kirin bi şikleke pîs diverişe û şehîd dibe.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir