Bannonê şewirmendê berê yê Trump ji sextekarîyê hat binçavkirin
Steve Bannonê şewirmendê berê yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku ji ser kampanyaya “'We Build The Wall” kirina sextekarîyê hat binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Dozgerîya Herêma Başûr a New Yorkê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Steve Bannonê şewirmendê berê yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku ji ser kampanyaya “'We Build The Wall” (Em dîwêr lê dikin) a ku ji bo li ser sînora Meksîkayê dîwêr bê lêkirin hatibû destpêkirin, kirina sextekarîyê hat binçavkirin.(ÎLKHA)