Li Iraqê di operasyona DAIŞê de 10 kes hatin kuştin
Di encama operasyona ku ji teref hêzên ewlehîyê yên Iraqê ve hat lidarxistin de 10 kes hatin kuştin.
Berdevkê Fermandarîya Giştî yê Hêzên Çekdar ê Iraqê Tumgeneral Yahya Resul derbarê operasyona ku li Çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞê hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.
Resul di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di encama operasyona ku hat lidarxistin de 10 endamên DAIŞê hatin kuştin.(ÎLKHA)