• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 19 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 65 hezar û 956 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1192 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 249 hezar û 309 kesî. Di 24 seatên dawî de 997 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 230 hezar û 969 kesî.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Îro hejmara kesên pêketî ji yên doh hindiktir e.Ji kesên ku pêketine 12 hezar û 366 kes hêj nexweş in û dibe ku bibin sedem ên derdorê bi coronavîrusê bikevin.Ger em li gorî tevdîran hereket bikin dibe ku em zûtir bi ser bikevin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir