Li Somalîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li otelê hat kirin: 17 kuştî 30 birîndar
Li Mogadîşuya paytexta Somalîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li otelekê hat kirin.
Berdevkê Hikûmetê Îsmaîl Muxtar Omer derbarê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.
Omer di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir piştî dorpêça ku 3 seatan berdewam kir re şer û pevçûneke dijwar pêk hatiye.
Omer di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir 4 kesên êrîşkar di encama pevçûna ku derket de hatine kuştin û ji ber pevçûnê 17 kes canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)