Li Meksîkayê bi mirina 635 kesên din hejmara mirîyan derket 56 hezar û 543 kesî
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 635 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 56 hezar û 543 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de bi 6 hezar û 345 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 517 hezar û 714 kesî û heta niha 351 hezar û 372 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)