Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ambargoya çekan a li ser Îranê red kir
Di encama dengdayîna ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de pêşnûmaya qerarê ya dirêjkirina ambargoya çekan a li ser Îranê bi dengên Çîn û Rûsyayê hat redkirin.
Temsîlkarîya daîmî yê Rûsyayê ya di Neteweyên Yekbûyî de destnîşan kir, ew wê qerara Amerîka ya dirêjkirina ambargoya çekan a li ser Îranê red kirine û danezana Amerîka ya ku qala wê tê kirin binpêkirina qerara bi nimreya 2231 a Neteweyên Yekbûyî ye.
Temsîlkarîya daîmî yê Çînê ya di Neteweyên Yekbûyî de jî destnîşan kir ew jî di dengdayîna ku hat kirin de dengê menfî dane û qerara Amerîka “zordarî û ferzkirin e.”(ÎLKHA)