• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 22 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 22 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 70 hezar û 192 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1226 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 246 hezar û 861 kesî. Di 24 seatên dawî de 923 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 228 hezar û 980 kesî.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Heta îro testên herî zêde îro hatin kirin. Hejmara nexweşên me yên ku rewşa wan giran e derket 656 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir