Îbrahîm Kalin: “Dîrok dê wan kesên ku ji gelê Filistînê re îxanetê dikin ji bîr neke”
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir, Tirkîye dê her tim destekê bide gelê Filistînê.
Di navbera Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstên îşxalker de lihevkirinek çêbû û peymanek hat îmzekirin ku Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê vê peymanê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Kalin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Dîrok dê wan kesên ku ji gelê Filistînê û ji doza Filistînî re îxanetê dikin ji bîr neke.Ew polîtîkayên wan ên bêqiymet dê Filistînîyan ji hedefên wan venegerîne û dê bawerîya wan bi adalet û azadîyê zêdetir bibe. Tirkîye dê her tim destekê bide gelê Filistînê.”(ÎLKHA)
History will not forget those who betray the Palestinian people and sell out the Palestinian cause.
Their miserable policies will not deter but give only strength to those who believe in justice, freedom and nobility.
Turkey will continue to stand by the Palestinian people.