• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Hamas: Lihevkirina Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan îxanet e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Hamasê destnîşan kirev gava newêrek a ku di vî warî de hatiye avêtin li hemberî Filistînîyan êrîşek e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin lihevkirina Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan ji doza Filistînê û hêzên berxwedanê re îxanet e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Bi vê yekê tê xwestin ku ji berxwedana ku li dijî îşxalê tê dayîn re zirar bê dayîn ku ew ê ev yek bi ser nekeve.Ev tiştê ku tê kirin lîstikeke qirêj e.”

Birêveberîya Filistînê ji lihevkirina ku di navbera Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan de hatiye kirin re bertek nîşan da  û ev tiştê ku hatiye kirin ji Quds, Mescîda Eqsayê û doza Filistînê re îxanet e.

Di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir ew gazî sefîrê xwe yê li Abu Dabîyê kirine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir