Zaroka 3 salî ya ku ji balqonê ket xwarê canê xwe ji dest da
Li navçeya Halîlîyeya Rihayê zarokeke 3 salî ya ku li balqonê ji xwe re dileyst denga xwe winda kir û ket xwarê.
![Zaroka 3 salî ya ku ji balqonê ket xwarê canê xwe ji dest da](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/JOi9yBLQUCZQSPbjsFZl3FTbnCM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/33/zaroka-3-sali-ya-ku-ji-balqone-ket-xware-cane-xwe-ji-dest-da-28dbe74a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer li Taxa Sancaktara Rihayê di avahîyeke 3 qetî de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Hurîye D.ya 3 salî ya ku li balkona mala xwe dileyst denga xwe winda kir û ket xwarê.
Zaroka ku ket xwarê bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê hat rakirin nexweşxanê;lê digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)